Encumena Kampa Mexmûrê: Hikûmeta Bexdayê ji êrişê berpirs e

December 7, 2017

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Kampa Mexmûrê derbarê êrişa duh êvarî ya li Kampa Mexmûrê de ragihand hikûmeta navendî ya Iraqê û hêzên ku qada asmanî ya Iraq bikar tînin ji vê êrrişê berpirs in.

 

Duh 6ê Berfanbarê  seat 18.45ê li kampa Mexmûrê ku piraniya wan Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne, teqînek qewimî li gor zanyariyên Rûdawê 3 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

 

Encumena Kampa Mexmûrê derbarê êrişê de daxuyaniyeke nivîskî da û tê de ragihand “ Li dijî hêzên Ewlekariya Parastinê ya Mexmûrê ku li Kampa penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ya di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye êrişek pêk hatiye. Di encama vê êrîşê de ji hêzên Ewlekariya Parastinê ya Mexmûrê şehîd û birîndar hene.”

 

Di berdewamiya daxuyaniya Encumena Kampa Mexmûrê de hatiye gotin: “Hikûmeta Navendî ya Iraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraq bikar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirs in. Li herêma ku êrîş lê pêk hatiye, qada hewayî ji aliyê hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê parastin. Divê têkildarî vê êrîşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi lezgînî daxuyaniyek bide.”

 

Herwiha hat amajekirin ku di seatên paştir de hûrgiliyên êrişî bi awayekî berfireh bêne parvekirin.

 

Di nav kampa Mexmûrê de 2 hezar û 700 malbatên Kurdên Bakurê Kurdistanê hene û hejmara wan 12 hezar û 500 kes e.

 

Kampa Mexmûrê ji navenda bajarê Hewlêrê 60 kîlometre dûr e û di salên 90î de hatiye avakirin.

 

 

Please reload