Rewşa Hişmendiya Kurdî

Şerefxan Cizîrî

06 Kanûn 2017

Têgeha rewşa hişmendiyê bi taybet weke raporekê li ser civatê tê nirxandin. Ev rapor bi taybet fotografê civatê derdixîne der. Em dizanin ku rewşa hişmendiyê di hemû serdeman de ne weke hevdu ye. Dîsa rewşa hişmendiyê di hemû civatan de jî ne weke hevdu ye. Li ba kesan jî ne weke hevdu ye.

Ev tiştên eşkere ne…

Mirov bi hêsanî dikare qala rewşa hişmendiyê bi pênasînên şênber bike. Pênasînên rêzber zêde rê nişanî mirovan nadin. Di vir de ya helî giring rewşa hişmendiya civatê ye. Ew jî şênber e. Gava ku pênasîn li ser rewşa hişmendiyê bi şênberî werin kirin, di derbara civatan de mirov dibe xwediyê zanebûneke birêkûpêk.

Mirov psikolojî û helwesta civata xwe bi tevahî baş nas dike.

Rewşa hişmendiya civatê bi hêsanî dikare di derbara serdema ku heye, serdema ku guncave mirovan bike xwediyê agadarî û zanebûnên hêja. Ji bona ku mirov karibe serdema xwe baş ronîbike, ji bona ku mirov baş karibe bersiva pirsa çima filan îdeolojî, helwest, bîr û bahwerî an jî tevgerên fikrî li filan demê de serwer in, divê mirov baş fêrî rewşa hişmendiya civakî bibe.

Rewşa hişmendiyê bi tevahî dîtyariya çima filan wate, gotin, dîtin, raman li pêş e, dide mirovan…

Asta zanebûnê, helwesta mirovan, bîr û bahwerî, nirxên civatî û pîvanên exlaqî di rewşa hişmendiyê de gelekî zelal xwe didin der…

Heger em di vê mijarê de bên ser civata Kurdan û bipirsin; rewşa hişmendiya kurdan çawa ye? Emê bibinin ku rewşa hişmendiya Kurdî hinekî tevlihev e…

Di warê ziman de rewşa hişmendiya Kurdan ne gelekî zelal e. Gotin û kirin hevdu nagire. Dîtinên ku li ser ziman, perwerdehî bi zimanê dayîke, bikaranîna zimanê Kurdî di xebat û pêwendiyên sîyasî de, hestên ku bi ziman ve girêdayî pêş dikevin ne xurtin. Kûranî di wana de tuneye. Di pirsgirêka ziman de mirov weke kurd pêrgî helweste gelekî lawaz dibe.

Mirov bi hêsanî dibîne ku ji gelek alîyan de pirsgirêka ziman gelek caran weke alavê propanda sîyasî tê ziman û hew…

Ango di pirsa ziman de helwesteke tebût pêsneketiye. Dildarî tüneye…

Berpirsyarê vê yekê bêşik tevgerên sîyasî ne û helbet sîyasetmedarên bejik in!

Di vê pirsgirêkê de dîsa divê mirov rewşenbîrên ku li ser tehtan cot dikin jibîra neke! Di nava rewşenbîran de jî gotin û kirin hevdu timam nakin. Tenbûra rewşenbir maqameki lêdixe û ew jî delalê bine beriye dibêje. Ma rewşenbirên ku zimanê xwe fernebûbe, ciqasi erkê rewşenbirtiya xwe bihişmendî bikartine? Rewşenbir gelek caran şîretan li yên derveyî xwe dikin, lê ew bi xwe ne li gora van şîretan tevger dikin! Dibêjin; fêrî Kurdi bibin, lê ew bi xwe fêrî Kurdî nabin! Dibêjin; bi Kurdî binivîsînin, lê ew bi xwe bi Kurdî nanivisînin!

Di van waran de divê rewşa hişmendiya Kurdî birêkûpêk bibe…

Li aliyê din…

Di raman û hestên welatperweriyê de hişmendiyeke gelekî lawaz heye. Mirovê Kurd di pratîkê de zêde hez ji welatê xwe nake. Çavê wîna hergav li derya ye. Ji nêvî betir nifuza Kurdên Bakûr li metropolên Tirkan dijin! Gelek Kurd di fersenda pêşî de dixwaze ji welatê xwe barbike. Gava ku bardike êdî nema vedigere warê bavûkalan. Dilê xwe dibijînê jîyana metropolên dagirkeran û li ser pirsgirêkên Kurdistanê jî quretiyan dike. Li welatê xwe bi berçawka turistan temaşe dike. Çiqasî quretiyan bike, xwe ewqasî ji welatê xwe cuda dibîne.

Ez û welat dibeje, xwe dike heman astê. Di rastiyê de tiştekî zêde nade welatê xwe, tenê tiştan ji welatê xwe dixwaze. Tenê şîretan li Welatiyan dike lê hergav jî xwe di vê mijarê jibîra dike. Dibêje qey ew tenê zanaye! Sermaya wîna ne welatê wîna ye, fizikî li welatê xwe najî, zanebûna wîna ne di xizmeta welate wîna de ye, ji kultura Kurdan gav bi gav bidûr dikeve, lê li vî alî û wî alî li kurtêlan digere. Weke axayên bejik tevdigerin…

Ma nexêra Xwedê ye?

Dîsa di warê netewî de rewşa hişmendiya Kurdan ne modern e. Hişmendiya modern hîna baş neketiye nava civata Kurdan. Em bi hêsanî dibînin ku gelek Kurd bal û dengê wana diçe berbi hêz û rêxistinên dagirkeran de. Gelek Kurd dengên xwe hîna jî didin partiyên dewleta dagirker. Heta yên ku komkujî li miqabili kurdan kirine em bûne evîndarê wanan! Gelek Kurd bûne dildarê Mıstefa Kemal Atatürk! Ma mirov bi kîjan hestên ku tevlihevdu ne dikare vê helwesta malkambaxî bigire gelo? Ma we li tu deveran bihistiyê ku Mirovên Cihû bûne dildarê Hitler?

Ma wê ev travma heta kengî berdewam be?

Ev çi demê ev çi dewran e? Ev çi hişmendiya sexte ye?

Tirsa min ew e ku ev helwest mayînde bibe!

Ji devla netewîbûna me bêtir helwesta me ya mezhebî û olî derdikeve pêş.

Ji bedela Kurdîbûna me bêtir Kurmancîbûna me, Soranîbûna me, Zazayîbûna, oldarbûna me derdikeve pêş.

Ma Kurdistan ne ji wan dîyarda hemûyan jî mestir e?

Ma welat ji rêxistinên sîyasî ne mestir e?

Ji bona guhertina vê hişmendiya tevlihevdu, divê em xebateke birêkûpêk, bi plan, baldarî û program bikin!

Medya me divê bi erka xwe rabe û di wî warî de bi hişmendi xebatê bike. Kurdperweriyê derxînê pêş, ala niştimanperweriyê bilind bike û li Kurdistanê nirxên hemdemî bide rûniştandin.

Divê hemû netewperwer bi hevdu re bibêjin; Dem dema Kurdîbûnê ye!