top of page

Peymana YPGê û Rûsyayê nîşaneya lawazbûna Amerîkayê ye’

Pisporê siyasetê yê rûsî Vladimir Yevseyev derbarê peymana hevkariya hêzên Kurd û yekîneyên Rûsyayê yên li Rojhilatê Firatê de got, ‘Ev nîşaneya wê yekê ye ku Amerîka hêdî hêdî kontrola xwe ya li herêmê ji dest dide.’

© SPUTNIK/ MIKHAIL KLIMENTYEV

Li gorî Amerîkayê Şam dê bi ser nekeve, çimkî bêbingeh e

Yevseyev Spûtnîkê re diyar kir ku Kurdên Sûriyê ji neçarî bi leşkerên rûsî re ketine pêwendiyê û got, "Kurd bi Îranê û Tirkiyê re nekarîne li hev bikin û pozîsyona Amerîkayê jî ayan e."

‘AMERÎKA HEWIL DIDE BI TIRKIYÊ RE HEVKARIYÊ BIKE Û ŞANDINA ÇEKAN BO KURDAN QÛT BIKE'

Pisporê rûsî di berdewamê de got ku ‘Li beramber jî Amerîka hewil dide bi Tirkiyê re hevkariyê bike û ji ber vê sedemê jî Amerîkayê ragihand ku dibe hinardeya çekan a bo kurdan qût bike."

‘PLANA WASHINGTONÊ YA DÊRAZORÊ TÊK ÇÛ'

Yevseyev da xuyakirin ku Kurd tevî fişara Amerîkayê jî amade ne parastina leşkerîn Rûsyayê bikin û wiha domand: "DYA pozîsyona xwe ya li Dêrazorê ji dest dide û kontrol ji nû ve dikeve destê Rûsyayê. Washingtonê dixwest bi destê Kurdan rojhilatê Firatê kontrol bike, lê ev plana wan têk çû."

© SPUTNIK/

HSD: Me odeyeke hevbeş li gel Rûsyayê ava kiriye

‘KURDAN RAGIHAND KU EW AMADE NE LEŞKERÊN RÛSYAYÊ BIPARÊZIN'

Pisporê rûsî herwiha bi bîr xist, YPG jî di nav de bi serpereştiya Rûsyayê û beşdariya hemû pêkhateyên rojhilatê Dêrazorê digel 23 heyetan civîna yekem a ‘Komîteya Rêveberiya Herêmî ya Rojhilatê Firatê' hatiye lidarxistin û got, piştî vê civîna ku fermandarê Rûsî Yevgeniy Poplavskiy jî beşdarî kiribû, komên Kurdan amadebûna xwe ya bo parastina leşkerên Rûsyayê ragihandine.

KRD.SUPİTNİK NEWS

bottom of page