Mesrûr Barzanî: Kurdistan bi yekgirtî û hêza zêdetir li hember pêşhatan diweste

Mesrûr Barzanî li gel balyoza Finland yê li Bexdayê civiya.

Îro şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyoza Finlendayê yê li Bexdayê Päivi Laine kir.

Di civînê de behsa pêşhatên dawî yên li deverê, pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Finlendayê hate kirin.

Derbarê rewşa navbera Hewlêr û Bexdayê de jî balyoza Finlendayê Päivi Laine diyar kir ku peyama Ewrûpayê bo her du aliyan ewe ku bi ti awayî hewl bo bikar anîna hêza leşkerî nedin û bilez dest bi giftûgoyên raste rast bikin û li gor destûrê tevahiya kêşeyên heyî çareser bikin.

Di vê derbarê de jî Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan amadeye bo destpê kirina giftûgoyên vekirî yên raste rast daku tevahiya kêşeyên heyî werin çarerserkirin û pêngavên piratîkî jî bo cîhbicîh kirina destûrê werin avêtin.

Mesrûr Barzanî balkêşande ser vê yekê ku Kurdistan hertim rê û rêbazên leşkerî û tundûtîjî bo çareser kirina kêşeyan red dike û hertim berê xwe daye bikar anîna rê û rêbazên aştiyane û demokratîk ku referandum jî yek ji wan rêbazane lê mixabin ku li deverê de hîn jî rewş bo qebûl kirina wan rêbazan ne goncawe.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de hêvî xwest ku civaka cîhanî hevkar be bo çareser kirina mayende ya kêşeyîn heyî yên li deverê de daku derfet bo dûbare serhildana tundûtîjî nemîne.

Derbarê hilbijartinên pêşwext û nêz bûna hilbijartinên Îraqê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdistan bi yekdengî û hêza zêdetir vê li hember pêşhateyan raweste û berevanî ji mafên destûrî yên welatiyên Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê bike.

KURDİSTAN