Xwendekarên Kurd rê nedan artêşa Îraqê

xwendekarên Kurd pêşî ji artêşa Îraqê girtin

Xwendekarên Kurd rê nedan artêşa Îraqê di nava zanîngehê de ahenga xwe lidar bixe.

Biryar bû îro artêşa Îraqê di nava kampusa zanîngeha Kerkûkê de ahengek bi navê ahenga qaşo serkeftina xwe ya li hember DIŞIê organîze bike.

Lê xwendekarên zanîngehê bi taybetî xwendekarên Kurd yên vê zanîngehê di destpêk de biryar dabûn daku baykota ahenga han bikin lêbelê piştî re biryar dank u nehêlên artêşa Îraqê ahenga ku dixwaze di nava zanîngehê de organîze bike.

Di dawî de ji ber narezartiya Xwendekarên Kurd ew ahenga han nehat organîzekirin.

KURDİSTAN