top of page

Hikûmeta herêma Kurdistanê peyamek weşand!

Herman Xalîd

BasNews – Hikûmeta herêma Kurdistanê bi boneya ji dayîkbûna pêxemberê ola îslamî peyamek belav kir.

Peyama hikûmeta herêma Kurdistanê waha ye:

Bi boneya ji dayîkbûna pêxemberê îslamî Mihemed A.S, bi awayek herî germ pîrozbahî li hemû mislimanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikin û bi vê vesîlê ve wek her car peyama aştî û dostayetî bo hemû gelên Iraq, cîran û cîhanê birê dikin.

Em hêvîdarin ev roja pîroz bibe hêvinê aştî, seqamgirî û jiyaneke xweş bo hemû netew û pêkhateyên li Kurdistan, Iraq û hemû herêmê û hemû aliyan teşfîq bike ku bingehê ji hev borandinê, dostaniyê û pêkve jiyana aştiyane li gel yek bikin.

Encûmena wezîrên herêma Kurdistanê.

BasNews

bottom of page