Nayîf Seydo: Heşda Şeibî nahêle êzîdî miriyên xwe li Şingalê veşêrin!
Berpirsê nahiya Sinûnê ya Şingalê, Nayîf Seydo ji BasNewsê re got, ji roja ku Heşda Şeibî devera Şingalê dagîr kiriye, arise û astengiyan bo xelkê wê deverê derdixîne.
Nayîf Seydo her wiha got, yek ji wan astengiyan ew e ku Heşda Şeibî nahêle xelkê Şingalê yên li nav kampan de dimînin, miriyên xwe li devera Şingalê veşêrin ji ber wê jî neçar dimînin li Duhokê veşêrin.
Berpirsê nahiya Sinûnê da zanîn, hinek koçberên Şingalê miriyên xwe ji aliyê Sûriyê re derbasî devera Şingalê dikin û vedişêrin! Lê dîsa jî rastî gelek astengî û kêşeyan tên û got, ne mirovên sax dikarin biçin devera Şingalê ne jî miriyên wan!
Şingalê
Bas News