Dîroka Reben

Şerefxan CÎZÎRİ

Çavkaniyên hemû niqaş, gotubêj û nivîsan gelek caran li ser dîrokê ye. Ji ber ku kaniya zanebûnê dîrok e. Ji ber ku kaniya nezaniyê jî dîrok e! Dîrok mirêka çalakiya mirovan e. Zana û nezan, xeşimê zanyariya dîrokê hergav tiştan li ser dîrokêdibêjin. Ewên ku hayê wana ji bayê felekê tuneye, ewên ku bûyeran baş ji hevdu natefsilînin, di encam de bi melûlî gilî û gazinan ji dîrokê dikin. Em pênasiya dîrokê li gora xwe dikin ne pênasiya xwe li gora dîrokê dikin!

Ma ku mirov xerabe be, ewê dîroka mirovan çawa saxlam be? Çiqase neheqî, zulm, çawisandin hebe em bi dîrokê ve girêdidin. Em rûspîn e û dîrok jî rûreş e. Lê mirov divê bi dengekî bilind bibêje; ev helwesteke beradayîye.

Dîsa ji bona ku em ramanekî, fikreke, projeyeke, stratejî û taktîke kê pûç bikin an jî rewa bikin, em serî li dîrokê didin. Lê em jibîra dikin ku dîrok ne tenê sergoyê mirovahîyê ye.,.Dîrok, him sergo ye him jî hizneya mirovahîyê ye. Sergo jî û hizne jî ya me ye. Ma dîrokê de tenê serkeftin heye gelo? Ma tenê bedewbûn heye? Ma tenê pêşketin heye? Ma tenê azadî, demokrasî heye?

Naxêr!

Dîroka binkeftinê ji bi qasî ya serkeftinê giring e.

Dîrok ne sifreyeke xwarinê ye ku mirov li gora dilbijandinên xwe hinek tamtitkan jê bineqî ne. Ev sifre bi xwe hemû dîrok e. Daneyên dîrokê ne. Bi hemû qelsî û xurtiyên xwe, bi hemû xweşî û nexweşiyê xwe ev sifre dîrok e. Hestî jî, goşt jî, feqî jî, keşmûl jî, firdik jî, firax jî, kurtêl jî…

Belê, ev hemû beşên dîrokê ne.

Gava ku tiştek nebaş here em vê yekê bi mercên dîrokî ve girêdidin. Lê gava ku tiştek biserketibe, em xwe weke mirov derdixin pêş. Weke dîkên elokan em xwe diwerimînin. Ango xerabî ji dîroka reben re ye û qencî jî ya mirovan bi xwe ye!

Bedewbûn ya me ye û mekrohî jî ya dîrokê ye.

Ma dîrok bê kiryariyên mirovan dikare bibe dîrok gelo? Ma bedewbûn jî û mekrohî jî ne kiryariyên mirovan e?

Di vê helwesta nestewyayî de mantiqê gundiyan heye. Helwesteke zarokî heye. Xeşimî û quretî heye. Em baş dizanin ku helwestên mirovan bi zanebûna wana re tê tixûbkirin. Em hewlnadin ku em xwe derbas bikin, xwe têkûz bikin û mezin bibin.

Bi gotinek Sigmund Freud; em hîna jî ji konaxa zaroktiyê derneketine. Hîna bin me lewitiye. Gava ku tişt baş bimeşin, bi saya serê me ye lê gava ku tişt xerab diçin, em dîrok, şert û mercan didin ber derbên qûçanîkan.

Dengên qûçanîkên me li best û newalan olan dide! Li ber dengê van qûçanîkan em jî govendê digirin. Ev govendeke bêrîtm û bêfesal e. Ne def heye, ne zirne heye, ne kemançe heye, ne tenbûr heye û dîsa jî em govenda xwe berdewam dikin.

Em xwe dixapînin! Em hezar û yek hiceti bi dûv hevdu de rêz dikin.

Bi vê mijarê ve girêdayî Marks dibêje; dîrok bi sere xwe tiştekî balkêş nake. Dîrok mirovan nekuje, mirovan binax nake. Tu dewlemendiyên wêna yên mezin tune ne. Dîrok bi sere xwe tu pevçûnan lidarnaxîne. Mal û milkên wêna jî tune ne. Li şûna dîrokê bi xwe mirovên rast, mirovên ku rast in,mirovên ku hene, mirovên ku şênber in û di jiyanê de çalak in,hemû tiştan ew dikin.

Ew xwediyê dîrokê ne û ew têkoşînê didin…

Em çibin dîroka me jî ew e. Paleyîya me çawa bibe, fireza me jî wilo xwe dide der.

Di van ramanan de hilbet ziraviyek heye…

Ma gava ku mirov xwe jibîra bike, kirinên xwe bixe bin kulavan, çewtiyên xwe ji xwe re bike mertal, rebena dîrokê dikare çi bike gelo? Ji ber ku mirov çi be, dîroka mirovan jî ew e.

Ma ne wilo ye?

Ma gava ku mirov kundira biçîne, mirov dikare şeliman bide hevdu gelo?

Em rebenbûna xwe dixin stûyê dîrokê û şanaziyê xwe di dîrokê de, ji xwe re dikin mal. Ne sar li me tê û ne germ li me tê!

Kêf kêfa me ye!

Ji xwe dîroka ku em qala wêna dikin, di bingehê xwe de bûye dîroka kêfî.

Dîroka reben bi me Kurdan re maye heyirî…

Dibêje; pirsgirêkên min bi hemû gelan re hene lê ne bi qasî yên Kurdan. Welatê Kurdan cîh û warê dîrok, kultur,şaristaniya dinyayê ye lê Kurd hîna jî ji konax zarotiyê derbas nebûne. Li ba me Kurdan dîroka ramanekê eşkere derdikeve pêş; Kurd ji kamilbûnê ditirsin. Naxwazin konaxa zarotiyê li paş xwe bihelin. Naxwazin bistewin. Naxwazin kamilbibin…

Ma mirov dikare hergav zarok bîmine gelo?

Dîroka reben li bendî bersivekê ye.