Rojev çi zu tê guhertin.
Rojev çi zu tê guhertin. Kerkuk, Lübnan,Soçi, Riyad, êrîşa mizgefta li Misrê, hevditina Trump û Erdogan a bi telefonê, çek nedayina Kurdan... ki zane pişti seatek ewê çi were pêş me. Gelek çaran zahmete ku mirov van guhertinana bi hûrgulî bişopine. Li aliki bloka suniyan,li aliyê din helwesta şia. Li aliki Amerika, li aliyê din Rusya. Li aliki dijberîya olî, li aliyê din hevkari. Welhasil şereka dijwar ya desthilatdariyê heye. Bandor û tayinkiriya siyaseta wan li aliki İran û Türkiyê di vê guhertinê de roleka gring dilizin... Her çiqas felsefe û perspektivên wan i jiyanê ji hev pir cuda bin ji vê gavê di mesela Kurdistanê de xwedi helwestek muşterekin.. Bê guman sedemên wan i din ji hene. Türkiye ketiye derdê li tu perçeyek Kürdistanê kurd xwedi dewletek nebin. İran ji tevi vê xwestekê ketiye derdê desthilatdariya xwe. Jibo balê ji ser xwe bide aliki din li Rojhilata Navin her tevliheviyan derdixine. Nêzikahiya herdu dewletan ya bi Rusyayê ji jibo balansê ye. Ewê ev yeka bi vi şikli dom nake. Di ajandaya Trump de erişek li dijî İranê heye. Telefona bi Erdogan re her jibo xatire vê ajanda/planê ye.. Li hemberi plan û erişên dewleten dagiker divê kurd ji dijitiyên xwe deynin aliki û yekitiya xwe ava bikin. Di vir de rolek dikeve ser milê Hikumeta Kurdistanê, ENKSE, TEVDEM û partiyên Bakuri. Di êrişa Kerkukê derket holê ku Dewletên Rojva bê ujdan in. Ji dewletên rojavayî bêtir rola raya gişti ya wan dewletan pir gring e. Pişti bûyera Kerkukê ev daxuyaniya Bernard Henri Levy moralek dide mirovan. "Ji bilî çiyayan ti kes dostê me nîne. Roja 28ê Mijdarê, li baregaha sereke ya Netweyên Yekbûyî li New Yorkê dê were teqez kirin ku ev gotina kevn a Kurdan ne rast e! Li pêşberî 193 welatan, em ê nîşa hevpeymanên xwe yê Kurdistanê bidin, ku hevrêyên wan gelek in." Di nav hewqas bûyerên xemgin de ev daxuyaniya Bernard Henri Levy dilê mirovan şad di