Welîehd Mihemed Bin Selman: Xaminêyî, Hîtlerekî nû ye!
Welîehd û kurê şahê Erebistana Siûdî, Mihemed Bin Selman dibêje, rêberê Îranê Elî Xaminêyî Hîtlerekî nû ye li Rojhilata Navîn.
Li gorî nûçeya rojnameya New York Times, welîehdê şahê Erebistana Siûdî, Mihemed Bin Selman ragihandiye, rêberê Îranê Elî Xaminêyî bûye Hîtler lê Erebistan naxwaze û nahêle ew mîna Hîtlerê Ewropî hereket bike û tiştên ku anî sere Ewropa bîne serê Rojhilata Navîn jî.
Mihemed Selman her wiha gotiye, me ji bûyerên Ewropa ders wergirtiye loma emê nehêlin Hîtlerê nû li vir bi kêfa xwe hereket bike!
BasNews