top of page

Kongreya Riyadê: Divê rê nedin siyaseta li dijî Kurdan

Navenda Nûçeyan – Piştî amadekariyeke dirêj û hevdîtinên di navbera rojên 22 û 23ê Mijdara 2017ê, li paytexta Siûdiyê, encamnameya Kongreya Riyad -2 yê hate amadekirin. Wêneyek ji wê encamnameyê gihîşte Tora Medyayî ya Rûdawê.

Kongireya Riyad2 bi navê (Kongreya Berfireh a Hêzên Şoreşgêr û Opozisyona Sûrî) hate lidarxistin.

Nûnerên aliyên siyasî, serbazî û encûmenên xwecihî û kesayetiyên serbixwe yên opozisyona Sûrî, ji hemû pêkhateyan, tevî kurdan û şanda ENKSê di wê kongireyê de beşdar bûn.

Di encamnameyê de hatiye ku armanca Kongreya Riyadê ew e ku aliyên opozisyonê bigihîne yekrêziyê û nerîneke hevbeş di derbarê çareseriya siyasî de ji bo Sûriyê, li ser bingeha Cenêv-1 û biryarên Encûmena Asayişê yên 21.18 û 22.54 û biryarên navdewletî yên pêwendîdar, ji bo destpêkirina qonaxa veguhêz.

Xalên sereke ku beşdar di kongireya Riyadê de li ser hevdeng bûn û gihîştin lihevkirinê û ew xal di encamnameyê de hatine ragihandin:

  • Parastina Yekîtiya xaka Sûriyê û saxlemiya wê.

  • Serweriya dewletê li ser hemû axa Sûriyê.

  • Sûriyê dewleteke pirnetewe û pir çand e.

  • Destûr mafên neteweyî yên hemû pêkhateyan garantî û misoger dike. Ji wan jî Ereb, Kurd, Turkmen û Suryan-Aşûrî.

  • Doza kurd beşek ji doza niştimanî ya Sûriyê ye.

  • Divê hemû siyasetên cudaxwaz û yên awarte ku li dijî Kurdan hatine kirin, bêne rakirin û nemînin.

  • Divê nasname li kesên ku ji wan hatibû wergirtin û ji bo mektûman jî careke din were vegerandin.

  • Desthilata dema bê, divê demokratîk be, li ser prensîpa ne navendiya îdarî be.

  • Şerê terorê û tundrewiyê berdewam be.

  • Darizandin û dadgehkirina kesên ku tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê li Sûriyê encam dane.

bottom of page