top of page

DIŞI jin û zarokên Êzidî li Tirkiyeyê difroşe

Hat îdiakirin ku rêxistina terorîst a DIŞIê jin û zarokên Êzidî li bajarên Dîlok, Riha û Enqereyê yên Tirkiyeyê difroşe.

Li gorî nûçeya Sputnika Erebî rêxistina DIŞIê piştî têkçûna li Iraqê û Sûriyeyê, jin û zarokên Êzidî yên ku dîl girtine li bajarê Dîlok, Riha û Enqereyê yên Tirkiyeyê wek kole difroşe.

Aktivîstê kurdê êzidî Elî Xanesorî ji peyamnera Spûtnîkê re diyar kir ku DIŞI hinek dîlên jin û zarok ji Iraq û Sûriyeyê di nav milîtanan de veşartine û ew birine Tirkiyeyê.

Xanezorî got: DIŞI telefonî malbatên jin û zarokên êzidî kiriye û pere ji wan xwestine."

KURDİSTAN

bottom of page