top of page

Ji bo xwe netew

Şerefxan CÎZÎRİ / Mirov dikare bibêje ku ji bona xwe netew, an ji netew ji bonaxwe di heman wateyê de tên bikaranîn. Neteweyeke ku bihemû hişmendiya xwe ya dîrokî, kulturi û civakî li hebûnênxwe û di asteke berz de li netewa xwe xwedî derbikeve. Liedebiyat û zimanê xwe xwedî derbikeve. Li şiruşta welatê xwexwedî derbikeve. Li nasnama xwe ya netewî xwedî derbikeve. Berjewendiya netewa xwe ji ya xwe ya kesayetî, malbatî û heremî bilindtir bigire. Xwe weke kes di nava netewa xwe de bihilîne û pêşengiyê bide berjewendiya netewa xwe. Wê gavêew dibin netew ji bona xwe.

Dîsa netew ji bona xwe, li rûhê xwe yê netewî xwedîderdikeve û xwe di gelek waran de ji bona xizmeta netewaxwe tekûz dike. Neteweyekî ku xwe li ser himê xwe yênnetewî birêxistin bike, potensiyela xwe ya dîrokî komî ser hevdû bike û berjewendiyên xwe yên netewî bike sîyasetasereke di nava cıvata xwe de. Li ser bingehê bi hevdû re jiyanêjî aşitîyeke netewî di nava xwe de saz bike. Netewên ji bo xwemafê ku ji bona netewa xwe diparêz in, divê ji bona netewêndin jî wî mafî rewa bibine. Yan na ew dibin şoven, nejatperest, dagirker, heta dibin xwedî armancên emperyal. ûhw.

Dîroka civata netewî li dinyayê heta nûha wilo pêşketiye.

Baş e; ma netewên ku ne ji bo xwe ne di warê civatî, fikirî û ramanwerî de di çi astî de ne gelo? Bi rastî ew weke netew dinava netewan de tên bi navkirin û ew li mazata civatan hene lêbelê bi hişmendiyeke netewî tevger nakin. Hişmendiya wananegîhaye asta ji bo xwe netewîbûnê. Mirov dikare bibêje kuew di xwe de netewe ne, weke civat, weke dîrok, weke ziman, weke kultur ew her hene, lê bi hişmendiya netewî tevgernakin. Berjewendiyên netewî dernaxînin pêşberi cıvata xwe. Ango weke netewe hîna ew kamil nebûne. Di warênetewayetîye de ew qurmiçî mane. Entegrasyona wana ya netewî baş xurt nebûye, hişmendiya wana heremî, eşirî, malbatî û olî maye. Di dema me ya modern de bi aqilêgundîtîyê, malbatîyê û heremayetiyê tevdigerin. Rastiya xwedixin dewsa rastiya welatê xwe.

Weke komikên etnik-netewî tevdigerin lê belê di asteke bilindde naxwazin netewayetiyê bikin. Di nava helwestekekevneperestî de avjenîyê dikin û agahdariya wana ji çerxadinyayê jî zêde tüneye. Berjewendiyên xwe yên sosyal û siyasîdi ser berjewendiyên xwe yên netewî re digirin. Hergav xweweke raye, xulam û xizmetkarên hinekan dibinin. Ev “hinek” jî xwe ji wanan mezintirin dibinin. Xwe ramandina wana û kesayatiya wanan li ser vî bingehî pêş de diçe. Li xwe temaşekirina wanan jî wilo ye, bi taybetî xwe wilo fêrî hebûn û jiyanê kirine.

Mirov dikare bibêje ku di pirsa hişmendiya netewî de hîna jidi xewa şêrin de ne. Hişmendî û exlaqê wana jî formasyonaxwe wilo girtiye. Bi rastî ev hişmendî sexteye û ne hemdemîye. Ev hişmendiya nivco mentalîta xulamtiyê pêş de dibe. Mirovên wilo yekcar ji bîra dikin ku ew, gava ku ew bihêjinasta netewe ji bo xwe, wê gavê pêdiviya wana ku bibin raye, bibin xulam û bibin xizmetkarên “hinekan” ji holê radibe. Ewjî wê gavê bi rastî dibin xwediyê azadî û rizgariya netewî.

Ew wê gavê ji bona xwe dibin netewe...

Dîtineke ku di vê pirsgirêk û helwestê de dikare şaş werinfahmkirin heye, em divê li vir baş vê şaşîyê zelal bikin; ji bonaxwe netew tucara nayê wateya ku em hemû nakokîyên siyasî, fikrî, civakî, îdeolojîkî, ekonomî ji holê rakin. Naxêr; ji bonaxwe netewe tê wateya ku di pirsgirêkên netewî de, hemûmirov bi hevdû re helwesteke netewî ya bingehîn pêş de bibin.Berbî yekrêziyê de tevbigerin. Pirsgirêkên xwe di dema wanade çareser bikin. Ew helwesta netewî ku em qala wêna dikin beşik û bi rastî di berjewendiya hemû netewe de ye; wekeminak, bikaranîn û pêşdebirina zimanê Kurdi di hemûberjewendiya Kurdan de ye, ma ne wilo ye? Minak, madewletbûn û pê re avakirina saziyên netewî yên Kurdan ne diberjewendiya hemû Kurdan de ye? Mînak, ma doz û nasnameya Kurdan ya navnetewî ne di berjewendiya hemû Kurdan deye? Dîsa, ma geşedan û pêşketina Kurdistanê di ne diberjewendiya hemû Kurdan de ye? Dîsa, ma azadiya fikir û raman, demokrasi û dadwerî ne di berjewendiya hemû Kurdan de ye? Ma Medyayeke netewî û hevdem ne di berjewendiyahemû Kurdan de ye? Ûhw…

Belê, Netew ji bo xwe ew e ku di warê netewî de yekrêziyekenetewî, hevbeşîyeke netewî ava bike. Lê ev yêkrêzî tucaranayê wateya ku di civatê de nakokî tunebin, netew ji bo xwene civateke bê nakokî ye. Netew ji bona xwe nayê wateya kuhemû Kurd di nava yek rêxistina sîyasî de bi hevdu re karbikin. Netew ji bona xwe rê ya çareserkirina nakokiyan bimetodên hevbeşîyê, bi metodên beşdarbûnê û bi hişmendîyekenetewî digihîne encaman û civatê ji nakokiyên malkambaxîrizgar bike. Ango, ev yêkrêzî dikeve pêşiya sosretên civatî, rêli ber travmayên sîyasî û xaîntiya bi welat re digire. Mirovdikare bibêje ku netew ji bona xwe nakokiyên xerabkarminîmalize dike, nakokiyên ku weke civat Kurdan lawazdihele, ji xwe dûr dixine. Cıvata Kurdan bi hemû haweyanxurt dike. Ev yekrêzîya ku em qala wêna dikin civatê li hevdûdibanîne û aşitîyeke netewî di nava xwe de ava dike.

Ma jêhatbûn û aqilekî hemdemî jî ne ev helwest bi xwe ye?

Werhasil, Di Rojhilata Navîn de em Kurd heta nûha him liwelatê xwe û him jî di dinyayê de em neketina navapêvajoyeke ku raserî dîrok, şariştanî û kultura me bi rê ve diçe. Em heta nûha di xwe de netewe manê, lê ji nûha û pê de divê em bibin netewe ji bona xwe!

bottom of page