Qubad Talebanî: YNK di rewşeke dijwar de ye
Îro Duşemî 20ê Mijdara 2017ê Qubad Talebanî derbarê rewşa niha ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û hewlên bo sazkirina kongreya çarem a wê partiyê de peyamek belav kir.
Qubad Talebanî ragihand: “Pêwsît e ev kongre heta dawiya meha Yekê ya îsal (meha Kanûnê) were encamdan.”
Talebanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Ji bo ku YNK bikaribe di rûbirûbûna wan hemû gefên derveyî û navxweyî de bi rola xwe rabe û xebatê bike ji bo parastina yekparçeyiya Kurdistanê û derbaskirina (Kurdistanê) ji vê rewşa nexwestî, dema wê yekê hatiye ku YNK bi dilsojî nirxandinê ji xwe re bike, pêdeçûnê bi xwe bike û dest bixe ser birînên xwe û çareseriyan jê re bibîne, îtirafê bi şaşiyên xwe bike û xwe amade bike bo qonaxa nû ya xebata siyasî li Kurdistanê û Iraqê û navçeya me.”