Brîtanya bo Kurdistanê: Emê piştgiriyê bidin
Îro Yekşemî 19ê Mijdara 2017ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ofîsa serokwezîriyê bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwazî li Balyozê Nû yê Brîtanya yê li Iraqê Jon Wilks kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê civînê de Balyozê Nû yê Brîtanya yê li Iraqê Jon Wilks ragihand: “Brîtanya bo her cure alîkarî û hemahengiyekê ji bo destpêkirina diyalogeke ciddî bi armanca çareserkriina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê amade ye.”
Jon Wilks herwiha destxweşî li helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku li hember wan bûyer û aloziyên wê dawiyê, li gel Bexdayê hewl daye ku aloziyan kêm bike û rewşeke aram bo gotûbêjê were dabînkirin.
Jon Wilks amaje bi hewlên bo rûbirûbûna DAIŞê jî kir û aşkere kir: “DAIŞê ji aliyê serbazî ve şikest xwariye, lê belê hizra DAIŞê hêj her maye, ji bo rûbirûbûna wê jî divê zêdetir ji caran û ji hemû alî ve pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê werin pêşxistin.”
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di vê hevdîtinê de li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê axivî û got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem xwasteka wê gotûbêjeke ciddî û dûr ji tundûtîjiyê bûye.
Nêçîrvan Barzanî herwiha bi pêwîst da zanîn, ku civaka navdewletî rola xwe di çêkirina zemîneya diyaloga navbera her du aliyan de bilîzin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Balyozê Nû yê Brîtanya yê li Iraqê serxweşiya Şajina Şahenşahiya Yekgirtî ya Brîtanyayê ji bo kesûkarên qurbaniyên erdheja heftiya bihorî ya li Herêma Kurdistanê gihand û amadebûna welatê xwe bo şandina alîkariyên mirovî nîşan da.
Jon Wilks herwiha piştgiriya Brîtanya bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re aşkere kir.
Jon Wilks destnîîşan kir: “Brîtanya dixwaze pêwendî li gel hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî, aborî û asayişê ve hebe û hêvî kir, ku pêwendiyên baş ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozxaneya Brîtanya ya li Iraqê de berdewam bin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hêviya serkevtinê ji Balyozê Nû yê Brîtanya yê li Iraqê re xwast û tekezî li ser alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kar û çalakiyên Balyozê Nû yê Brîtanya û xurtkirina pêwendiyên navbera Kurdistanê û Brîtanyayê kir
Hewlêr (Rûdaw)