top of page

Bi wêne..Malbateke kurdên êzdî ji destê DAIŞê rizgar bûn

BasNews-Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD)di opersyonekê de li bajarê Dêrazorê malbateke kurdên êzdî ji destê çekdarên DAIŞê rizgarkirin.

Medyaya ser bi HSD belavkirin ku, îro, Şemiyê 18.11.2017 Hêzên sûriyê yên Demokratîk(HSD) opersyonek rojavayê bajarê Dêrazorê pêkanîn.

Herwiha aşkere kir ku, di wê operasyonê de karîn malbateke kurdên êzdî ku, ji 8 kesan pêktê, 5 zarok û 3 jin pêkdihat ji destê çekdarên DAIŞê hatine rizgarkirin.

Li gor daxuyaniya HSD ew malbat niha li cihekî parastiye û da zanîn ku, gelek malbat di destê DAIŞê de mane.

bottom of page