top of page

Serokwezîr: Yên ji ber erdhejê ziyan dîtine dê bên qerebûkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, welatiyên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine dê bên qerebûkirin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro çû bajarokê Derbendîxanê yê Silêmaniyê û rewşa mexdûrên erdheja pêr bi şev ji nêzîk de şopand. Cîgirê serokwezîr, Qubad Talebanî û Wezîrê Navxwe Kerîm Sincarî û Wezîrê Perwerdê Piştîvan Sadiq jî bi Nêçîrvan Barzanî re bûn.

Nêçîrvan Barzanî piştî ku ew cihên ku ji ber erdhejê ziyan dîtibûn, dît, civîneke rojnamevaniyê li dar xist û ragihand, hikûmeta Kurdistanê dê welatiyên ku di erdhejê de mexdûr bûne, qerebû bike.

Li ser bendava Derbendîxanê jî Nêçîrvan Barzanî got, metirsiya teqîna bendavê nîne lê me biryar e komek pisporên Ewropî bên û rewşa bendavê binirxînin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa erdheja Kirmaşanê jî kir û hevxemiya xwe bo malbatên qurbaniyan anî ziman.

KURDİSTAN

bottom of page