Netewên Yekbûyî bang li Herêma Kurdistanê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Nûneratiya Netewên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir, ku têkildarî referanduma serxwebûnê rêzê li biryara Dadgeha Federal a Iraqê bike.

UNAMIyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku rêzê li biryara roja 6ê Mijdarê ya Dadgeha Federal a Iraqê bigire, ku dibêje ti têkstek di Destûra Iraqê de nîne ku rê bide cudabûna ti pêkheteyên li Iraqê.

Nûneratiya NY li Iraqê herwiha amadebûna xwe jî nîşan daye, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan, alîkar be daku diyaloga navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê dest pê bike.