Wezareta Pêşmerge bersiva Artêşa Iraqê da: Em di çeperên bergiriyê de ne
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de bersiv da Fermandeyiya Operasyonên Hevbeşên Iraqê. Fermandeyiya Operasyonên Hevbeşên Iraqê îşev di daxuyaniyekê de ragihand: “Serkirdeyên herêmê û şanda danûstandinkarê êvariya roja Sêşemiyê 31-10-2017 bi temamî ji wê reşnivîsa ku li ser rêkevtin kiribûn, ku tîma federal danûstandin li gel wan kiribû, poşman bûne û tekez kiribû, ku “Herêmê bi dirêjayî wê heyamê hêzên xwe livandine û hêlekenû ya berevaniyê çê kiriye, bo çêkirina astengiyan û rêgirîkirina li pêşiya belavkirina hêzên federalî, daku bibe sedema gihandina ziraran bi wan, nabe ku li hember wê yekê em bêdeng bin, erkê me ye ku berevaniyê li welatiyan û hêzan bikin.” Daxuyaniya Artêşa Iraqê rastî berteka Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê hat. Wezareta Pêşmerge ragihand: “Pêşmergeyên qehreman li cihê xwe yên berevaniyê ne û berevaniyê li îrade û kerameta bi milyonan xortên gelê Kurdistanê û jiyan û mulk û mal û şerefa wan dikin, li hember wê çarenivîsa reş a ku hêjayî hevniştimaniyên Xurmato, Daqûq, Kerkûk û navçeyên din ên arîşedar nîne.” Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em naveroka beyannameya Fermandeyiya Operasyonên Hevbeşên Iraqê înkar û red dikin.” Herwiha hatiye gotin, hêzên Herêma Kurdistanê di çeperên xwe de amade ne û di dema her egerekê de dê berevaniyê li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin. Wezareta Pêşmerge daxwaza danûstandinê di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê dike û dibêje: “Di hemû deman de em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bo danûstandin û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyaloga siyasî, em di heman demê de şêwe û naveroka vê beyannameyê şermezar dikin. Em tekez dikin ku hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li cihê xwe yên berevaniyê amade ne, lê belê ti şikî nakin di berevaniya ji jiyan û berjewendiyên rewa û destûrî yên xortên milletê Kurdistanê, û em careke din tekez dikin, ku tekane rêya çareseriya pirsgirêkan, gotûbêja siyasî ya sazîner e û ne zimanê derewan û gef û sozên vala. Û di dawiyê de li kîjan welat an cihekê li vê cîhana me, êrişkar weke mezlûm û berevankar weke zalim tê dîtin.”