top of page

Mesrûr Barzanî: Bikaranîna hêzê bê encam e

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Êrîşa serbazî ya Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê û navçeyên din yên Kurdistanî nîşana wê yekê ye, ku ev bû nêzîkî sed salî li Iraqê hêza serbazî li dijî daxwazên Kurdan tê bikaranîn, lê ew kiryarana bê encam bûn, lewra pêwîst e Bexda li şûna sepandina hêzê, hizra çareyên aştiyane û gotûbêjan bike.”

Îro Çarşema 1ê Mijdara 2017an, di heyama civnekê di navbera, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Birîtanya li Iraqê Frank Baker de, gotûbêj li ser dawîn pêşhatên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin kirin.

Balyozê Birîtanya diyar kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyên bihêztir li gel Herêma Kurdistanê hebe û di zûtirîn dem de operasyonên serbazî bidawî bên û Hewlêr û Bexda li ser masa diyalogê li gorî destûra Iraqênakokiyan care bikin.

Ji aliyê xwe ve Mesrûr Barzanî diyar kir: “Li Bexdayê gellek caran behsa bicîkirina destûrê tê kirin, lê ew tedbîrên li beramber Herêma Kurdistanê tên stendin, siyasî ne û bi awayekî eşkere destûrê binpê dikin, heger biryar be destûr were bicîkirin, pêwîst e hemû destûr wek xwe bê bicîkirin.”

Herweha Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku ew bi hêvî ye di zûtirîn dem de, danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji warê serbazî ji bo warê siyasî û îdarî bên veguhestin û nakokiyên niha bidawî bên.

bottom of page