Hisên Qaidî: 20 revandiyên kurdên êzdî li bajarê Reqayê hatin rizgarkirin
Rêveberê nivîsingiha revandiyên kurdên êzdî Hisên Qaidî ji BasNewsê re ragehand ku, hat pêşbînîkirin ku, bi sedan revandiyên êzdî li bajarê Reqayê bêne rizgarkirin, ji ber ku, dema bajarê Mûsilê hate rizgarkirin çekdarên DAIŞê gelek revandiyên kurdên êzdî ber bi bajarê Reqayê ve birin, lê niha ew bajar jî hate rizgarkirin û çarenivîsa hemû revandiyan ne diyare û got ku, her çiqas DAIŞ nemîne jî ew dê berdam li ser rizgarkirina wan û dîtina wan karbikin.
Herwiha Hisên Qaidî da zanîn ku, raste DAIŞ ber bi nemanê ve diçe lê heta niha bêtir ji 3 hezar revandî çarenivîsa wan ne diyare û emê her li ser rizgarkirina wan û diyarkirina çarenivîsa wan berdambin.
BasNews