top of page

Kameramanê Kurdistan TV li ber çavê malbata xwe hate kuştin

Daquq (Rûdaw) – Kameramanê kanala Kurdistan TV yê bi navê Erkan Şerîf, li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê ji aliyê grûbekî nenaskirî ve, li ber çavê malbata xwe bi kêran hate kuştin.

Rêveberê Giştî yê televîzyona Kurdistan TV Karwan Akreyî ji Rûdawê re ragihand: “Şeva derbasbûyî 29-10-2017ê, li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê, komek çekdarên nenaskirî û bi maske, êrîş birin ser mala kameramanê televîzyona me yê bi navê Erkan Şerîf û ew şehîd kirin.”

Akreyî eşkere kir, ku Erkan Şerîf li ber çavê malbata xwe bi derbeyên kêran hatiye kuştin û got: “Polîsan dest bi lêkolînê kirine û em li hêviya encaman in.”

Yek ji endamê malbata Erkan Şerîf ji Rûdawê re ragihand, ku ew çekdarên ku bi ser mala wan de girtine bi tirkmenî axivîne.

Bi gotina heman kesî, çekdaran piştî kuştina Erkan Şerîf sivikatî bi laşê wî jî kirine.

Erkan Şerîf 50 salî bû û bavê 2 keç û kurekî bû. Erkan Şerîf ev 13 sal bûn kameramanê Kurdistan TV bû û di heman demê de rêveberê dibistana gundê Heftexar a navçeya Daqûq bû.

bottom of page