Beşîkçî: Mesûd Barzanî kesê herî Kurdistanî ye û divê were parastin
Beşîkçî derbarê êrîşên Haşdî Şeibî û arteşa Iraqê yên li dijî Kurdistanê de gotarek dirêj nivîsand û bal kişand li ser ewlekariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.
Beşîkçî dibêje, “Barzanî di nav Kurdan de kesê herî Kurdistanî ye. Herwiha herî bibiryar û mêrxas e. Lewma dijminên Kurdan dê Barzanî bikin armanc.”
Beşîkçî got jî: “Eger heye ku li dijî Barzanî pilanên suîkastê hebin. Lewma divê ji bo Barzanî bergiriyên ewlekariyê were girtin û Barzanî pêwîst e were parastin.”
Beşîkçî li ser hişyariya xwe berdewam dike û dibêje, dijminên Kurdan berî niha jî gelek caran pilan kirine ku serok û rêberên wan ên Kurdistanê bikujin. Egera pilanên bi vî rengî di van rojên dawî de zêdetir e. Ji ber vê yekê ewlekariya Barzanî ji bo Kurdan gelek girîng e.
K24 – Navenda Nûçeyan