top of page

KCD: Biryara girtina PDK-Tirkiye nayê qebûlkirin

Rêveberiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxwaza biryara Serdozgeriya Komara Tirkiyeyê ya Dadgeha Bilind ku biryara girtina Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê dabû; bi rêya daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniya KCD’ê de hat gotin ku; ji ber peyva “Kurdistan” daxwaza girtina tu partiyeke siyasî nayê qebûlkirin.

Li Diyarbekirê, rêveberiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di derbarê daxwaza girtina PDK-Tirkiyeyê de daxuyaniyek belav kir û vê daxwaza girtina partiyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku:

“Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, ji ber peyva Kurdistan di navê Partiya Demokrat a Kurdistan- Tirkiye de derbas dibe, bi daxwaza girtinê angaştname amade kir. Angaştname pêşkêşî Dadgeha Makekanûnê kir û hat qebûlkirin. Qebûlkirina angaştnameyê derveyî hiqûqa gerdûnî, mafên mirovan û demokrasiyê ye û ev yek rê li ber metirsiyê vedike.

Wekî tê zanîn di jiyana siyasî ya Tirkiyeyê de gelek partiyên siyasî yên dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin, bi awayekî dijhiqûqî û dûrî rastiya civakê, hatin girtin. Di serî de Gelê Kurd, hemû derdorên civakî yên demokratîk ji bo beşdarî qada siyasî nebin, bi vî awayî pêşiya wan hatin girtin.

Ji ber peyva Kuridistan, girtina partiyeke siyasî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Têgeha Kurdistanê wekî rastiyekê ji hêla Gelê Kurd, hemû Rojhilata Navîn û civaka dinyayê ve rewa tê dîtin û her tim wisa tê bibîranîn.

Di vir de pêşdarazî û hewldana neyartiyê ya li hemberî nirx, hebûn a Gelê Kurd û Kurdistanê ye . Makekanûna 1921’an, girtekên civînên TBMM’ê, girtekên hevdîtin navneteweyî, arşîvên dîrokî û belge, her wiha di axaftin û nivîsandinên di navbera rayedarên dewletê û rûsipiyan û hwd. de têgeha Kurdistanê di nav jiyana civak û siyaseta Tirkiyeyê de wekî rastiyekê piştrast dike.

Rastiyeke heye ew jî bi biryara dadgehê nikarin rastiya civakî û dîrokê biguherînin. Ev yek bi awayekî zanistî hatiye piştrastkirin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk vê nêzîkatî û hişmediyê şermezar dikin.”

bottom of page