top of page

PDKT: Divê hêzên Kurdistanê bibin yek

Sevda Kaplan/ BasNews - Cîhgirê Serokê PDKTê Şerefxan Cizîrî derbarê êrîşên milîşên Haşdî Şabî yên ser ser Kerkûk û Kurdistanê axivî. Cizîrî, aşkere kir ku hevpeymanên kurdan ew bi tenê hiştine. Herwiha divê hêzên Kurdistanê jî beramber êrîşan bibin yek.

Îro li bajarê Amedê Partiya Kurdistana Demokrata Tirkiyê (PDKT) derbarê êrîşên milîşên Haşdî Şabî yên ser Hêrêma Kurdistanê daxuyaniyeke çapameniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de Cihgîrê Serokê PDKTê Şerefxan Cizîrî axivî û got; “Hevpeymanên kurdan ê di şerê dijş DAIŞê de ew bi tene hiştine. Iraqê ligel cîranên xwe Tirkiyê û Îranê rêkeftiye bo ku êrîşî kurdan bike. Herwiha hin rayedarên YNKê bêyî Serokê Herêma Kurdistanê û serbazên xwe yên Pêşmerge deriyên Kerkûkê ji Haşdî Şabî û hêzên Iraqî re vekirin. Em vî karê wan şermezar dikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe jî de Cizîrî destnîşanî bi kiryara wan berpirsên YNKê kir û got; ew kiryara wan wê bi deqên reş di dîroka kurdan bê nivîsandin. Cizîrî ji aliyê din ve bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye, Îran, Iraq hewl dan îradeya gelê kurd têk bibin û ew dixwazin rê li ber kurdan teng bikin.

Herwiha Cizîrî hatina Serokwezirê Iraqê Haydar Îbadî bo Tirkiyê jî bi bîr dixe û bang li kurdan dike ku hatina Îbadî protesto bikin.

Di dawiya axaftina xwe jî Cizîrî bang li hêzên kurdî kir û wiha dewam kir: “Madem neyarên kurdan dibin yek gelo wê kurd kengî bibin yek? Em weke PDKT bang li hêzên Kurdistanê dikin ji vir pê ve helwêsta xwe biryarên xwe di ber çavan re derbas bikin û bikevin nava kevana yekîtiyê.”

bottom of page