PDK-T derbarê dagirkirina Kerkukê daxuyaniyek belav kir
Bertekên tund ên li hember dagirkirina Kerkukê berdewam in. Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê PDK-Tê jî di derbarê dagirkirina Kerkukê ya bi hêz û polîtîkayên Îranê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de banga xurtkirina yekîtiya neteweyî hate kirin ku êrîşên li ser Kurdistanê bi bersiv û helwestên neteweyî werin têkbirin.
Di daxuyaniyê de li hember zimanê siyasetmedarên ku di derbarê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de bêrêzî nîşan didin, bertek hate nîşandan û hate amajekirin ku ew gotinên bêedep li wan kesan vedigerînin.