Jina kurd a Xurmatû xwe radestî heşdî şeibî nekir û xwe avête avê û jiyana xwe ji dest da!

Piştî milîsên şîe yên heşdî şeibî avêtin ser malekê û xwestin kiryarên xirab li dijî jin û keça wê pêkbînin û ew jî ji ber ne amadebûn xwe radestî wan bikin û ji ber wê jî wê jina kurd xwe davêje nav ava Xurmatû jiyana xwe ji dest da. Şahide bûyerê jî bo rojnameya Bas tewanên kirêt ên heşdî şeibî aşkera kir.

Hemwelatiyek rûniştvanê taxa birayetî ya qeza Xurmatû bi navê Resûl Welî ji Bas re ragehand: ‘’Piştî rojek dagirkirina Xurmatû ji aliyê milîsên şîe yên heşdî şeibî roja 17.10.2017ê em çend malek kêm ên kurdan li vê taxê man û me nekarî em derbas bibin û em li Xurmatû man. Çekdarên heşdî şeibî hatin taxa me û kontrol pêkanîn û mala cîranê me tenê jin bi navê M.A.C ya temen 43 salî û keça wê ya temen 16 salî û kurê wê yê 7 salî li malê mabûn. Hevjînê wê jî ne li mal bû, wan çekdarane çûn bo wê malê û ez jî li ber derî rawestabûm û nêzîk çarêkekê demjimêran di hundir de man û her nehatin derve. Ji nişkawa min dît hewar ji malê rabû û bû qîje qîj û jina malê derî vekir û keça wê jî dû wê ket û revîn ber bi projeya ava Xurmatû çûn, ku ew av jî nêzîk malê bû. Çekdarên heşdî şeibî jî dû ketin.’’

Herwaha got: ‘’Min fêmkir ku ew çekdarne xwestine bê exlaqiya namûsî li gel wan bikin, ji ber wê jî revîn û ber bi projeya ava Xurmatû ve çûn û keça wê jî li dû wê bû. Zarokê 7 salî jî her digirî û ez jî ketim dû wan û herçend min hewar jî kir ku ew jin xwe neavêje avê, lê wê xwe avête avê. Min xwest wê rizgar bikim, yek ji wan çekdarên heşdî şeibî ku ser bi Esayîb Ehlê heq bû pênek li zikê min da û ez jî ketim xwar. Ew jin jî di avê de binav bû û di avê de xeniqî. Vê carê keça wê jî xwest xwe bavêje nav avê, lê çekdarekê ew keç rizgar kir û piştre meyîtê wê jinê derxistin ji avê. Naha jî dema ez behsa vê demê dikim, hemû bedena min diricife, ji ber dîmeneke gelek trajedîk bû.’’

Herwaha navborî got: ‘’Naha min dixwest peyvendî li gel kesûkarên wê jinê pêkbînim bo ku bên meyîtê wê wergirin û bibin, lê şebekeyên telefonê pir xirab bû, wê rojê peyvendî pêknedihatin. Ji ber teqandina çend cîhên şebekeyên telefonê. Ez jî bi naçarî ketim rêya Kerkûkê, min li wê derê wesayîtek dît, min lahî lê kirin ku dema geheşte Kerkûkê, hejmareke telefonê min dayê ku peyvendî li gel bike ku zû bigehin Xurmatû. Piştre hevjînê wê jinê geheşte Xurmatû û piştre me meyîtê wê bir bi awayeke demkê li Çemçemal bi axê spart, ku heta dema rewşa Xurmatû aram bibe ku em bînin Xurmatû.’’

Resûl amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Dibe terorîstên DAIŞê di meha Xizîrana 2014ê de dema xwestin Xurmatû dagir bikin û bi Pêşmerge re pevçûn pêkhatin û nehêlan dagir bikin. Lê eger DAIŞê Xurmatû dagir bikira evqas karesat li Xurmatû pêknedihat. Mal bi mal kurd talan kirine û piştre şewitandine. Herwaha dixwastin destdirêjiyê li ser namus û şerefa me bikin.’’

Herwaha got: ‘’Her li taxa me demek berî naha sê çekdarên ser bi rêxistina Bedir a heşdî şeibî avêtin ser maleke erebên sunne û li be çavê birayên wê destdirêjiya cînsî kirin ser keçek temen 22 salî. Kesûkarên wê nekarîn ti tiştekê bikin. Ev kiryarên heşdî şeibî li Xurmatû gelek pêkhatine û bi taybet naha Xurmatû bi temamî di dest wan de ye û hatiye dagir kirin, ew çekdarên madeyên hoşber vedixin heşîş û tiryarxor, dema wan madeyan vedixon ti tiştekê li pêş xwe nabînin û her kiryarekê dikin. Ji ber naha hukim ew dikin û ti kesek jî nikare pêşî li wan bigre.

Dawî de jî got: ‘’Ez pir ecêb dimînim rêxistinên mafê mirov li hember wan pêkanînên heşdî şeibî bê deng in û bi taybet lijneyek li parlamentoya Kurdistanê heye ya bi navê lijneya mafê mirov, ew jî asta tewanên heşdî şeibî yên dijî hemwelatiyên Xurmatû, Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên din ên dervey îdareya herêma Kurdistanê bê deng in, ev jî cîhê guman û ecêb manê ye.’’

bASnews