top of page

Serkirdeyekî partiya Mêrkl: Emê sibe serbazgeke din li Kurdistanê vekin

Serkirdeyekî Partiya Yekîtiya Xristiyanan a Almanya ku partiya Angêla Mêrkl e, dibêje bi hemû awayekî hevahengiya me ligel Hêzên Pêşmerge berdewam e û emê zêdetir berwerdeya leşkerî bidin Hêzên Pêşmerge, ji bo wê yekê jî sibe welatê wî dê serbazgeheke nû veke û Wezareta Pêşmerge jî wê yekê piştrast dike.

Diyêter Dîmbroskî taybet ji malpera KDP.info re ragihand: “Sibe Dûşemê dê serbazgeheke nû li Herêma Kurdistanê bê vekirin ji bo berwerdeya Hêzên Pêşmerge, ku bi vî awayî dê hevahengî û têkeliyên me ligel Pêşmerge di hemû waran de zêdetir bibin.”

Derbarê wê yekê de, Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimanî di Wezareta Pêşmerge de, Helgurd Hîkmet ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e ew perwerdeya Almanya û hêzên hevpeymanan ji îro de destpê bike û dê berdewam be jî, ku dê ew serbazgeh li nêzîkî Hewlêrê be.”

Li gorî Helgurd Hîkmet, pilanên Hevpeymaniya Navdewletî li hemberî Hêzên Pêşmerge nehatine guhertin û hêzên wan berdewam in li ser karê xwe

Almanya-KDP.info-.

bottom of page