Hêmin Hewramî: Tişta ku Iraqê dixwest li Rûsya bidest nexist
Piştî bi dawî hatina civîna îro 23.10.2017ê ya di navbera wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov û hewtayê wî yê Iraqê Îbrahîm Cehferî de, Lavrov ragehand, ‘’Em rêz li mafên gelê Kurdistanê digrin.’’
Berpirsê karûbarê siyasî û peyvendiyên giştî yê ofîsa serok Barzanî Hêmin Hewramî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Wezîrê derve yê Iraqê tişta ku dixwest li Moskow bi dest nexist.’’
Herwaha ragehand: ‘’Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragehandiye konsolxaneya Rûsya ya li Hewlêrê dê karên xwe berdewam bike, herwaha şîrketên Rûsî dê karên xwe yên berfireh kirinê li herêma Kurdistanê berdewam bikin.’’
BasNEWS