top of page

Wezîra Almanya bo Serok Barzanî: Emê berdewam bin li ser piştevaniya Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Wezîra Berevaniya Almanya Ursula Von der Leyen di pêwendiyeke televonî de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rewşa siyasiya Kurdistan û Iraqê nirxandin.

Êvariya roja pênçşem 19.10.2017 li peywendiyekî telefoniya di navbera birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û xatina Ursula Von der Leyen Wezîra Berevaniya Almanya rewşa siyasiya Kurdistan û Iraqê nirxandin û di derbarê rewşa dawî ya meydanî û pêşhatên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her di vê peywendiya telefoniyê da Wezîra Berevaniya Almanya xweşhaliya xwe nîşanda ku radeya ber yekketina serbaziyên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê kêm bûye û alozî pêşneketine. Her wiha pêzanînên xwe ji bo rola Pêşmerge li şerê terorîstên Da'îş dûpat kir û tekez jî li piştevaniya welatê ya ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Wezîra Berevaniya Almanya xweşhaliya xwe jî derbirî ku biryara guftûgo û danustandina çareseriya kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda hatiye dayîn.

bottom of page