Li Copenhague li pêşiya konsilxaneya Îranê xwepêşandanek bi rêve çû

BasNews-Îro, Şemiyê li bajarê Copenhague yê Danimarkê xwepêşandaneke mezin li pêşiya konsilxaneya Îranê bi rêve çû.

Rêkxerê xwepêşanderan li bajarê Copenhague Hisên Xerîb ji BasNewsê re ragehand ku, îro Şemiyê 21.10.2017 bi hezaran daniştiyê Danîmarkê bi mebesta derbirînî nerazîbûna xwe dijî êrîşa çekarên Heşda Şeibî xwepêşandanek encamdan, piştî xwepêşandanê çûne pêşiya konsilxaneya Îranê û me daxwaza ku, hêza xwe ji navçeyên Kurdistanê vekişîne.

Rêkxerê xwepêşanderan li Copenhague da zanîn ku, xwepêşandan her ku, diçe mezintir dibe û hejmareke mezin ji xelkê Kurdistanê têde beşdar dibin.