top of page

Wezîrê Derve yê Kurdistanê: Kurdistan naxwaze şerê artêşa Iraqê bike

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jibilî ku Kurdistan tekez dike li ser diyalog û danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Herwiha got jî ku Kurdistan naxwaze şerê artêşa Iraqê bike.

Di hevpeyvînekê de ligel Tora CNN a amerîkî, Felah Mistefa ku wek Wezîrê Derve yê Kurdistanê hatiye binavkirin, ragihand: “Van rojan bûyer zelaltir dibe, em niha di qonaxeke nû de ne ji pêwendiyên xwe ligel Bexdayê. Referandumeke demokrat û aştiyane li Başûrê Kurdistanê birêve çû, lê mixabin welatên cîran û civaka navdewletî dijayetiya wê dikin.”

Herwiha Felah Mistefa wiha got: “Me pir bi zelalî peyama xwe gihand cîhanê, ku gelê Kurdistanê dixwaza mafê xwe dike. Herwiha em amade ne ji diyalogê re ligel Bexdayê li ser paşeroja pêwendiyên herdu aliyan û sînorê Herêma Kurdistanê, lê Bexda heta niha li dijî diyalogê ye.”

Mistefa wiha domand: “Em dizanin ku gelek pirsgirêk di navbera me û Bexdayê de hene, ku Bexda xelkê Herêma Kurdistanê bi komî ceza dike. Bila civaka navdewletî û nexasim jî Encumena Asayişê ku gotûbêjan derbarê vê yekê de bikin.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa tekez kir ku bi ti awayî Kurdistan naxwaze şerê Iraqê bike û herdu aliyan bi hevre şerê DAIŞê dikirin û divê diyalog destpê bikin.”

bottom of page