Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê bi boneya koça dawî ya Mam Celal Talebanî belav kir

Peyam arasteyî gelê Kurdistan û Iraq û malbata Mam Celal roleke mezin di şoreşa Kurdistanê de hebû, her ji temeneke zû ya lawîtiya xwe de tevli tevgera rewşenbîrî û siyasî ya Kurdistanê bû, weke serkirdeyekî rola wî di xebata Partiya Demokrata Kurdistanê de hebûye û damezrênerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bû ku hevşan li gel Partiya Demokrata Kurdistanê roeke giring di sores, diristkirina Eniya Kurdistanî, Raperîn û parastina dezgehên demokratîk û rewa yên Kurdistanê de dît.

Herwiha di beşeke din a peyamê gotibû ku, Îro gelê Kurdistanê û Iraqê, azadîxwaz û têkoşrekî mezinê azadiya Kurdistanê û demokrasiya Iraqê ji dest da ku ew jî cenabê Mam Celal e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku, bi vê boneyê ez pirse û serxweşiyên xw eû Hikûmeta Herêma Kurdistanê digihînim hemû gelê Kurdistanê, gelê Iraqê, Hêro Xan û kek Qubad Talebanî û kek Bavil Talebanî û hemû malbata cenabê Mam Celal Talebanî û polîtboru û serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê.

Bas News