Mesrûr Barzanî: Koça dawî ya Mam Celal valahiyeke mezin çê dike
Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî îro li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Mixabin nûçeya koça dawî ya birêz Serok Mam Celal gihîşte me, bi vê boneyê ez pirse û serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata birêz Mam Celal û serkirdatî, tevahiya kadiro û endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan û tevahiya welatiyên Kurdistanê dikim.”
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê dike, ku wefata Celal Talebanî dê valahiyeke mezin çê bike û dibêje: “Xwedê sebirê bide tevahiya me. Birêz Mam Celal kesayetiyeke bibandor ya meydana siyasî ya Kurdistan, Îraq û deverê bû, bêgoman koça dawî ya vî boşahiyeke mezin çê dike.”
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha hêvî dike, ku Kurd bi yekrêzî û xebata bê rawestan hêvî û xewna dêrîn a gel û Mam Celal bînin cih.
Mesrûr Barzanî wiha dibêne: “Hêvî dikim bi yekrêzî û hevgirtîbûn û têkoşîna berdewam bo bidest xistina serxwebûnê ku xweziya dîrokî ya gelê Kurdistanê û ya Mam Celal jî bû, bikarin canê bilindfirî yê birêz Mam Celal û tevahiya şehîdên Kurdistanê şad bikin.”
Hevler Rûdaw