Mam Celal koça dawî kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî koça dawî kir.
Endamekî ji Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku nexwastiye navê wî aşkere bibe ji K24ê re ragihand, îro Sekreterê Giştî yê YNKê û serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî koça dawî kir.
Biryar e, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di wê derbarê de daxuyniyekê belav bike.