Keçek din a kurdê êzdî ji dest DAIŞê hate rizgar kirin!

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê ragehand, keçek din a kurdê êzdî ji dest DAIŞê hate rizgar kirin.

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Keçek din a kurdê êzdî ya bi navê Basma Qasim ku sala 1993 de ji dayîkbûye û xelkê gundê Koço ye, ji dest DAIŞê hatiye rizgar kirin û naha li eniya rojavayê Kerkûkê li gel me ye.’’

Kemal Kerkûkî amaje bi vê yekê jî kir, peyvendî bi ofîsa serekî ya hikûmeta herêma Kurdistanê re pêkanîne, ku malbata wê keçê bê dîtin û malbata wê hat dîtin û dixwazin serdana eniya rojavayê Kerkûkê bikin, ku em keça wan jî radest bikin.

Bas News