Serok Barzanî bo Kurdên Rojava: Piştevaniya we bo referandumê dilê me germ kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, piştevanîkirina gelê Rojavayê Kurdistanê bo referandoma serxwebûna Kurdistanê “dilê me germ û şa kir”.

Serok Barzanî îro li Pîrmam pêşwazî li şandeka Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Şandea ENKSê ji ber serkeftina referanduma serxwebûnê pîrozbahî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kiriye û ragihandiye, roja referandumê rojek dîrokî bûye.

Serok Barzanî jî spasiya gelê Rojavayê Kurdistanê kiriye û gotiye, “Piştevanîkirina we bo referandumê dilê me germ û şa kir”.

Serok Barzanî her wiha gotiye, referandumê wisa kir ku heqîqeta yên ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne, derxis holê her wiha nîşan da ku em çiqasî li ser rêya rast bûne û biryara referandumê jî biryareke rast û rewa bûye.