top of page

Serok Barzanî bo Bexda: Rêzê li îradeya gelê Kurdistanê bigrin..Werin em gotûbêjan bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îşev piştî birêveçûna referanduma serxwebûnê di yekemîn peyama xwe de daxwaz ji Bexdayê kir ku rêzê li îradeya gelê Kurdistanê bigrin û ragihand, ku Kurdistan derbasî qonaxeke din bû.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ew serkeftin li kesûkarên şehîdên serbilind û Pêşmergeyên Qehreman pîroz kir û got: “Dilniyam e niha giyanên şehîdan asûde ne û dizanin ev serkeftina mezin di saya xwîna wan de hatiye.”

Serok Barzanî spasiya her kesekî kir, ku wek cejnê çûn ser sindoqên dengdanê û îradeya gelê Kurdistanê nîşanî cîhanê da. Herwiha spasiya Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê û hêzên navxweyî kir, ku bi şevê xew nekirin, ji bo serkeftina vê proseyê.

Serok Barzanî spasiyek taybet arasteyî xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê kir, ku bi germî beşdarî referandûmê bûn. Herwiha spasiyeke taybet jî, ji bo revendên Kurdistanî li derveyî welat kir, ku rola wan a bi bandor hebû di piştevanîkirina referandûmê de. Barzanî spasiya Encûmena Bilind a Referandûmê û Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê kir, biryara referandûmê ne tawan e û ne li dijî belgenameyeke navdewletî ye. Herwiha amaje bi destûra Iraqê kir ku ew bend rê dide Herêma Kurdistanê referandûmê bike, ji ber ku hikûmeta Bexdayê pabendî wê destûrê nebû.

Serok Barzanî amaje bi qonaxa piştî sala 2003an kir, ku li ser binemaya yekgirtina bi arazûmendî û hevpariyê çûn Bexdayê ev yek di destûra 2005an de hat pesend kirin, lê her dem Bexdayê destûr binpê kir û hevparî qebûl nekir, gelê Kurdistanê jî biryar di 25ê Îlonê da û çû qonaxeke nû.

Serok Barzanî tekez kir, “Me her tiştek kir ji bo parastina pêkvejiyanê û yekperçeyîya Iraqê, lê Bexdayê pêkvejiyan qebûl nekir û gelê Kurdistanê neçar kir ku biryarekê bide, ku pêwîst bû ji zû de ew biryar daba.”

Serokê Herêma Kuristanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, bi cidî û hêminî xwendinekê ji bo dîroka pêwendiyan bike, ku çi bi ser Kurd anîn. Tevî wê jî ew çûn Bexdayê, lê mafên gelê Kurd ên bingehîn wek pêwîst wernegirtin. Rola Kurdistanê a girîng di damezrandina Iraq a nû de hebû, lê her dem Iraqê rêkeftin û peyman têk dan.

Serok Barzanî di peyama xwe de girêdayî desthilata Bexdayê got: “Pêwîst e bi zimanê torebûn gefê neke û giliyê li xwe bikin. We bi kirdarî û siyaseta xwe ji me re got, hûn me naxwazin û bi dengê bilind we got: hevpeymaniya Kurd û Şîe nema.”

Herwiha Serok Barzanî got jî: “Rêzê li îradeya gelê Kurdistanê bigirin. Ma rewa ye dengê milyonan mirov bi ne rewa bizanin? Ev bîr dûr e ji mentiq û hişmendiyê. Her gelek rewatiyê bi biryara xwe dide, ne ku ji xelkekî din.”

Serok Barzanî got: “Ev referandûm ne ji bo ferzkirina emir waqi bûye û ne jî bo diyarkirina sînor, lê ji bo gelê Kurdistanê bi awayekî demokrasî û aştiyane raya xwe derbarê çarenivîsa xwe de bide.”

Herwiha got: “Careke din ji we dixwazim werin bi guftûgo pirsgirêkan çareser bikin. Daxwaz ji birêz Heyder Ebadî û hemû hêz û aliyên Iraqî dikim, ewên baweriya wan bi guftûgo heye, deriyê guftûgoyê nagirin, ji ber ku tenê diyalog û guftûgoyê çareserî ye.”

bottom of page