Li Rojava û Rojhilat ahengên serkeftina referanduma Başûr birêve çûn
Hewlêr-KDP.info- Li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ahengên biserxistina referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê li kolanan birêve çûn.
Roja 25ê Îlona hevdem ligel birêveçûna referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi sedan welatiyên Kurd ji keyfxweşiyê daketin kolanan û bi bilindkirina alên Kurdistanê û gotina dirûşmên netewî û bi dîlan û govendan encamdana referandumê pîroz kirin.
Herwiha li Rojhilatê Kurdistanê jî li bajarên Mihabad û Sine û Bane tevî astengiyên Hikûmeta Îranê li dijî Kurdan, lê ahengên mezin ên cemawerî li kolanan birêve çûn û tê de xelkê kêfxweşiya xwe bi serkeftina referanduma Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê nîşan dan.