Pavel Talebanî: Peyama ku hatiye belavkirin ne gotinên min in

Hewlêr (Rûdaw) – Pavel Talebanî ragihand ku ti daxuyaniyekê li ser referandumê belav nekiriye.

Kurê Celal Talebanî, Pavel Talebanî ji Rûdawê re diyar kir: “Ew gotinên ku li ser giştpirsiyê hatine belavkirin, bi ti awayî gotinên min nîn in.”

Herwiha Pavel Talebanî di daxuyaniyeke xwe de diyar kiriye, ku ji aliyê karmendekî ragihandinê yê ofîsa wî ve bi xeletî ew nivîs hatiye belavkirin û piştî agahdarkirina rêveberê ofîsê, nivîs hatiye jêbirin.

Îro roja şemiyê 23ê Îlona 2017an li ser hesaba medyaya civakî ya Pavel Talebanî di derbarê giştpirsiyê de peyamek hatibû belavkirin û têde hatibû gotin ku li ser alternatîva referandumê li hev kirine. Lê piştî çend xulekek peyam hatibû jêbirin.

Li ser hesaba medyaya civakî hatibû gotin: “Li ser qebûlkirina alternatîva pêşniyarkirî ya Neteweyên Yekbûyî, Amerîka Fransa û Brîtanyayê me biryar da. Ji ber vê yekê ji bo me baş e ku alternatîv were ceribandin û Kurd bi yek dest û yek ajenda li Bexdayê gotûbêjên dîrokî li ser hemû mijaran bike.”

Herwiha hatibû nivîsandin: “Pêkanîna gotûbêjeke vekirî û bi hemû aliyan li gel Bexdayê û bi çavdêrî û piştgiriya hemû cîhanê, di vê demê de bijardeyeke gelek rasttir e ji bo me. Em weke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo me ev pesendtir e.”