top of page

Kurd û Kurdistanê roja şeref û xîretê ye...!!!

Xelil SİPAN / Gelo, çima hinek dewletên mezin yên navnetewî dixazin referandûma serxwebûna Kurdistanê paşta bixin ?Dewletên navnetewî dizanin referandûma serxwebûna Kurdistanê wê di alîyên gelê Kurd û Kurdistanê de bête ERÊ kirin û ev jî biryarê serxwebûna Kurdistanê ye. Dewletên navnetewî û mecbûrin peyama Neteweyên Yekbûyî ji bo mafê çarenûsa gelê Kurd û Kurdistanê bipeşirînin...Polîtîkayên hinek dewletên mezin, dem û bi dem in û wek lêpên avê ne…Lê referandûma serxwebûna Kurdistanê îro wek lehîya avê ye, tu kes nikare pîşî lê bigre û dikare hemû tiştî biguhere. Dozeke rast e û wê bi ser keve !Agir ketîye hundirê dewletên dagirker û ew tenê dikarin gefan bixwin, lê bila neyê ji bîr kirin, gefên dijmin wê deng ERÊ pirtir bike...25ê Îlonê Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê roja şeref û xîretê ye...!!!

bottom of page