Serok Barzanî ji bo Kurdên derve: Bi dengê we nifşên bê dê serfiraz bijîn
Peyam ji bo amadebûyan hat xwendin, ku tê de Serokê Herêma Kurdistanê sipasiya wan dike û dibêje: "Amadebûyên revenda Kurdistanî li welatê Swed, di vê merasîmê de, we piştgermî û hêvî û hêzeke mezin ji me re çê dike."
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Gelê me li Herêma Kurdistanê piştî sed salan ji ezmûnên tal û dijwar û piştî şikestina şeraketê û hemû bizavên bihevrejiyanê di navbera pêkhatên Iraqê de, gelê me biryar da bi awayekî aştiyane riya xwe hilbijêre û bibe xwediyê çarenivîsa xwe."
Serok Barzanî tekez kir: "Ew biryar bi ti awayî ne li dijî pirensîpên ku civaka mirovatî li ser hatiye avakirin. Biryara referandomê biryareke ji bo çespandina aramî, aştî û vegerandina mafê gelê me ye ku bi zulm û zorê ji me hat stendin."
Herweha di peyama Serok Barzanî de hatiye: "Referandom li Herêma Kurdistanê, ji bo diyarîkirina çarenivîs û geveke berve serxwebûnê û avakirina dewletê, dewleta Kurdistanê, dewleteke aştîxwaz dibe û li ser bingeha îradeya xelkê Kurdistanê tê avakirin û dibe jêdera xêr û bereketê ji bo tevahiya navçeyê."
Serok Barzanî di dirêjiya peyama xwe de got: "Biryara referandomê biryareke ji bo diyarîkirina çarenivîsê û biryareke ji bo gelê Kurdistanê û bi ti awayekî gefê li ser cîrana û gelên navçeyê çênake. Gelî Kurdistan cave xwe nedaniye ser axa kesekî û piştî qurbanîdaneke mezin, dixwaze bi aştî û şadî bijî û çanda pêkvejiyan û lêbûrînê kûrtir bike. Dewleta Kurdistan dewleta welatiyan û hemû pêkhateyên netewî û olî ye û li ser bingeha pirensîpên serdemane û çanda firealî û pêkvejiyanê û lêbûrînê tê avakirin."
Serokê Herêma Kurdistanê zelal kir: "Ev bûyera mezin bersiveke hêja ye beramberî qurbaniyên gelê me, û wefadariyeke ji bo şehîdan, gelek ji bo dema sed salan ji bo azadiyê xebat kiribe û rastî karesat û cînosaydê hatibe û hatibe enfalkirin, divê serbixwe be û xwediyê îrade û çarenivîsa xwe be."
Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser çîrokên jiyana welatiyên Kurd yên li derve dijîn û got: "Çîroka jiyana her yekî ji we, çîroka mişextî û dijwariyeke dirêje ku bi serê gelê Kurdistanê hatiye, niha derfet ji bo vegerandina maf û dermankirina birînan çê bûye, derfet ji bo piştevanîkirina dewleta Kurdistanê û dengdan ji bo serxwebûnê çê bûye."
Serok Barzanî daxwaz ji revendên Kurdî kir ku "Deng bidin serxwebûna gelê xwe, dengê we dibe riya jiyaneke serfiraz û azade ji bo nifşên dahatî, dengê we dengê aştî û pêşketina gelê Kurdistanê ye".
Hewlêr-KDP.info