top of page

Barzanî: Li Bexdayê plan tê kirin ku destkevtiyên Kurdistanê têk bibin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Duhokê di karnavala piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de axivî û diyar kir: “Eger şirîkatî bihata qebûlkirin û em nedihatin vê astê, lê Destûr ji aliyê Bexdayê ve hate binpêkirin.” Herwiha aşkere kir: “Hemû bernameya Bexdayê ew e ku destkeftiyên Kurdistanê têk bibe.”

Li ser pêşkêşkirina alternatîva referandumê jî Mesûd Barzanî diyar kir: “Heta îro alternatîva referandumê ji bo me nehatiye. Ji ber vê yekê roja 25ê Îlonê herin û ji bo serxwebûnê dengê xwe bidin”

Barzanî ji xelkê parêzgeha Duhokê re destnîşan kir: “We biryara referandumê daye û ez pêwîst nabînim ji we re bêjim "bêjin Belê", çimku we gotiye "Belê". Pêwîst dizanim spasî we bikim xelkê Duhokê ku we ew rola mirovdostî dît, çi li pêşwaziya awareyan û çi piştevaniya cebhe û piştevaniya Pêşmergeyê qehreman, wextê ku rûbirûbûn li hember terorîstên DAIŞê spasiya we dikim, we serê me bilind kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku biryara referandumê, ne biryara takekesî ye, biryara gelê Kurdistanê ye û di 7ê Hezîranê de hêzên niştimanî kom bûn û biryara xwe dane ku roja 25ê Îlonê xelkê Kurdistanê biçin ser sindoqan û bêjin "Belê bo serxwebûnê".

Li ser sedema biryardana referandumê Barzanî diyar kir, ku eger îltîzam bi Destûrê hatiba kirin, şirîkatî hatiba qebûlkirin nedigihiştin vê rojê, lê Destûr ji aliyê Bexdayê ve hate binpêkirin û şirîkatî nehate hiştin.

Mesûd Barzanî aşkere kir: “Me got belkî piştî rejîma Beisê, di sala 2003an de derfeteke nû hate ber Iraqê û em xelkê Kurdistanê jî rola xwe têde bibînin, Iraqeke taze dirust bikin, Iraqeke federal a demokrat, lê gelek neçû, derket holê ku heman tişt e ku qebûl nakin xelkê Kurdistanê şirîk bin bi Bexdayê re.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, ku piştî rûxandina rejîma Sedam Husên wisa gotine ku zihniyeta kesên ku enfal pêk anîn, li Bexdayê xilas bûye, lê bi şêweyeke din dîsa enfaleke din bi serê xelkê Kurdistanê anîn û nanê xelkê Kurdistanê birîn û got: “Wextê nanê xelkê Kurdistanê birîn, lazim bû we wê rojê zanîba ku çi pêwendiya me û wan pêkve nema.”

Mesûd Barzanî li ser biryara referandumê ya ku duh Parlementoya Kurdistanê pesend kir, spasiya xwe pêşkêşî parlementeran kir û got: “Parlementoya Kurdistanê jî biryara referandumê da, ma êdî çi bahaneyên din man?”

Barzanî bal kişande ser wê yekê, di danûstandinên sala par de rayedarên Bexdayê nerazîbûna xwe diyar nekirine, lê îro hin kes bi zimanê gefê diaxivin û behsa Destûrê dikin, ew Destûra ku wan binpê kirine û got: “Em kesî tehdît nakin û em hez nakin kesek tehdîdê li me bike. Zimanê tehdîdê çi netîce nadin.”

Mesûd Barzanî aşkere kir: “Bawer bikin eger qenaeta me hebûna ku ev rewşa Kurdistanê dê wisa bimîne, reng e roja 7ê Hezîranê ew biryar nehata dayîn, îro li Bexdayê hemû bernameya wan ew e ku ev rewşa Herêma Kurdistanê têk bibin û destkeftiyên Kurdistanê careke din ji mile tê Kurd bistînin.” herwiha bal kişande ser wê yekê: “Beriya ku ew wê planê li dijî xelkê Kurdistanê cîbicî bikin, xelkê Kurdistanê biryara xwe da, ku em jî êdî bindestiyê û plangeriya li dijî ayîndeya me qebûl nakin.”

Duhok (Rûdaw)

bottom of page