PDK-S daxuyaniyek dijî PKK belav kir
Îro, Duşemê 11.09.2017 Şaxê bajarê Efrînê yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriy derbarê berdewamiya girtina endamê serkirdayetiya xwe Ebdulrehman Apo daxuyaniyek belav kir, tê de daxwaza serbestberdana serkirde û endamên xwe kir û PYD baskê PKK li Sûriyê di ber çarenivîsa wan de berpirsyar kir.
Di daxuyaniya PDK-S de wiha jî hat ku, eve bû du meh li ser girtina serkirdeyê me Ebdulrehman Apo re derbas bûne, her wiha hevalê me Ehmed Sîdo, parêzer Idrîs Elo jî heta niha girtine û çarenivîsa wan ne diyare em soz didin hevalê xwe ku, em dê li ser kar û xebata xwe ya aştyane berdewam bin.
Herwiha di daxuyaniyê de daxwaza serbestberdana wan kirin PYD di ber çarenivîsa wan de girtiyan de berpirsyar dîtin.