Pêşmergeyên Îlonê: Armanca me serxwebûna Kurdistanê bû

BasNews - Pêşmergeyên beşdarî di Şoreşa Îlonê de kirine dibêjin, armanca me rizgarkirin û serxwebûna Kurdistanê bû.

Mihemed Ehmed ku Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, ji malpera KDP.info re aşkerekiriye ku wan di ber rizgarkirin û serxwebûna Kurdistanê de xebat kiriye û wiha dibêje: “Destkeftên ku îro bidest hatine ji berhema Şoreşa Îlonê ne. Şoreşekî dîrokî bû û rêberekî xwedî karîzma û mezin wek Barzaniyê nemir serkirdatiya şoreşê dikir û wê şoreşê karî hikûmeta Iraqê neçar bike ku ligel Kurdistanê danûstandinê bike.”

Herwiha Hacî Resûl ku yek ji Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye, ji bajarê Soran ji malpera KDP.info re ragihand: “Şoreşa Îlonê ew şoreş bû ku bi rêberayetiya Barzaniyê nemir li dijî zilm û zordariya dagirkeran serhilda, di dema ku bêhêviyeke mezin li cem xelkê Kurdistanê çêbibû, lê vê şoreşê hêviyeke mezin da Kurdistaniyan û bû sedema bidestxistina destkeftên îro yên gelê Kurdistanê û armanca me jî ji wê şoreşê rizgarkirin û serxwebûna Kurdistanê bû. Di wê şoreşê de tenê çiya dostê me bû, lê îro welatên mezin ên cîhanê piştgiriya Kurdistanê dikin û ew yek jî vedigere siyseta hekîmane ya Serok Barzanî.”

Şoreşa Îlonê, di 11ê Îlona sala 1961 bi rêbertiya Melle Mistefa Barzanî li dijî Iraqê dest pê kir. Şoreşl heta 1974an berdewam kir.