Encumena Referandumê: Roja 14ê Îlonê dê parlamento bicive
Îro Yekşemba 10ê Îlonê Ecumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê li bajarokê Selahedînê yê girêdayî Hewlêrê bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî û herwiha amadebûna rayedarên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referanduma Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî saz kir.
Piştî civînê, daxuyaniyeke şeş xalî hat weşandin, ku têde çend biryar derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hatiye dan.
Li gorî daxuyaniyê,di civîna îro ya Encumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê de pêşhatên dawîn û helwestên dawîn ên navxweyî û Iraqê û civaka navdewletî û herwiha serdana Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî bo Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û nirxandin li ser hatin kirin.
Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Her di vê civînê de, aliyên amadebû rêkevtina dîrokî ya navbera PDKê û YNKê di 10ê Îlona 2017ê ya ji bo aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê bilind nirxandin û bi pêngavekî giring û niştimanî û dîrokî hat wesifkirin û hêviya wê yekê hat kirin, ku ev pêngav bibe sedema bileztirbûna proseya siyasî û parastina berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê.”
Herwiha di civîna îro de têkildarî mijara referandumê û amadekariyên komîsyonê bo sazdana wê û aktîvkirina parllamentoyê çend biryar hatin dan, ku di şeş xalan de amaje pê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Encumena Bilinda Referandumê piştî pevguhertina nêrînan û guhgirtina li têbînî û pêşniyarên aliyên siyasî û pêkhateyên netewî û olî û herwiha xwandina raporta rêkarên pratîkî yên proseya referandumê ji aliyê Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referanduma Herêma Kurdistanê gihîşte van encaman:
“Yekem: Encumena Bilinda Referandumê tekezî li ser encamdana referandumê di dema xwe ya diyarkirî di 25ê Îlona 2017ê de li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê dike û hemû wan dengedeng û propagandayan red dike, ku behsa paşxistina referandumê dikin.
Duyem: Civînê bi li ber çav girtina rewşa hestiyar a Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya yekrîzî û hevdengiya niştimanî û hemahengiya navbera hêzên siyasî bo kampîna hevbeş a propagandaya bo referandumê kir.
Sêyem: Civînê tekezî li ser parastin û li ber çav girtina maf û daxwaziyên pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê di hemû qonaxan de kir û encamên civînên komîteya taybet bi garantîkirina (mafên) pêkhateyan hat behskirin û daxwaz li Sekretariya Encumena Bilinda Referandumê hat kirin, ku daxwaziyên bike yek û civînê piştevaniya xwe bo daxwaziyên pêkhateyan nîşan da.
Çarem: Partî û aliyên beşdar di Encumena Bilinda Referandumê de li hev kirin, ku roja pêncşembî 14-09-2017ê de Parlamentoya Kurdistanê bihê çalakkirin û civîna asayî ya xwe dest pê bike.
Pêncem: Encumena Bilida Referandumê bi tevahî piştevaniya xwe bo rêkar û pêngavên praktîkî yên Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referandumê yên ji bo proseya referandumê dubare dike û daxwaz li hikûmetê û aliyên pêwendîdar jî dike, ku alîkarê Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referanduma Herêma Kurdistanê bin.
Şeşem: Encumena Bilinda Referandumê daxwaz li rêxistinên biyanî û rêxistinên civaka sivîl dike, ku beşdar bin di çavdêrîkirina proseya referanduma li Herêma Kurdistanê de.”
Biryar e referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê di 25ê Îlona îsal de birêve biçe.
Bi biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Referanduma Herêma Kurdistanê ji roja sêşembiya heftiya bihorî 5ê Îlonê ve propagandaya ji bo referandumê bi fermî dest pê bûye.