Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê her diçe mezin dibin

Xelil SİPAN / Li gorî nûçeyan, duhî xwepêşandan li Meydana Îqbal û çend cihên din ên bajarê Sineyê dest pê kir û li gorî çavkaniyên, hêzên rejîma Îranê, bi gaza bîber û jopan êrîşî girseyê kiribûn. Lê gel kolan neterikandin û çalakî lidar xistin…Di encama destwerdana hêzên ewlehiyê yên Îranê de, bi kêmî 10 xwepêşander hatin girtin.Her bi destpêkirina xwepêşandanê li Sineyê, hikûmeta Îranê hejmarek ji hêzên xwe yên ewlehiyê ku pêştir bo kontrolkirina rewşa bajarê Baneyê bo vî bajarî şandibûn, vegerandin Sineyê.