PKK û Heşda Şeibî li Şingalê pilanan cîbicî dikin
Ev demek e ku li Şingalê hevahengiya di navbera PKK û Heşda Şeibî de zêde bûye û berpirsên Iraqê jî dibêjin ew pêwendî ji bo riyên leşkerî ne. Derbarê wan pêwendiyan, Wehîd Bakozî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK û Heşda Şeibî hewl didin ku riya di navbera Şingal û Sûriyê de vekin, da ku çekan di wê riyê de bibin Sûriyê û bînin.”
Bakozî di wê baweriyê de ye ku PKK û Heşda Şeibî pilaneke dewleteke navçeyê cîbicî dikin, da ku bi riya PKKê Heşda Şeibî bighê heta milîsên Hizbulaha Lûbnanê, nexasim ku niha Hizbulah û DAIŞê jî rêkeftin kirine ku terorîstên DAIŞê li ser sînorê Iraqê bicîh bibin.”
Wî berpirsê PDKê wiha got: “Heşda Şeibî rêkeftinên xwe ligel Hêzên Pêşmerge binpê kirine û bi alîkariya PKKê pilanan li dijî Pêşmerge datînin.”