PDK-T referandoma Serxwebûna Kurdistanê ji aliyê aborî ve nirxand
Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê PDK-T Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji aliyê aborî ve nirxand. Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-T'ê Ata Şahîn amaje kir ku bazirganiya di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê di asteke baş de ye û bi Kurdistaneke serbixwe dê baştir bibe. Şahîn da zanîn ku ew kesên dibêjin dê deriyê sînorî were girtin ji rastiyê dûr in û planeke wiha li cem Tirkiyeyê tine ye.
Yek ji Cîgirên Serokê Giştî yê PDK-T'ê Veysî Ekmen jî da zanîn di nava 6 mehên pêşî yên 2016 de bazirganiya Kurdistan û Tirkiyeyê 4 milyar dolar bû û ev yek di 6 mehên pêşî yên 2017'ê de gihîştiye 5 milyar dolaran û %20 zêde bûye. Rêveberên PDK-T'ê amaje kirin ku "Serxwebûna Kurdistanê dê ne tenê ji bo kurdan, dê ji bo birayên me yên Tirk jî baş be.