Ewropa û Amerîka Kurdistanê bi tenê nahêlin..Dê pişta wê bigirin

Hewlêr-KDP.info- Beriya çend rojan herdu wezîrê derve û bergiriyê yên Fransa serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin û di wê serdanê de piştgiriya welatê xwe ji bo Kurdistanê di dema şer û di dema aştiyê de nîşan dan. Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li wî welatê jî dibêje ew serdan nîşana piştgirî û helwesta hikûmeta nû ya Fransa ye. Psporekî pêwendiyên navdewletî jî dibîje, Fransa ji aliyê leşkerî û dîpolmatîk ve piştgiriyê li Başûrê Kurdistanê dike.

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Fransa Elî Dolemerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana herdu wezîrên Fransa bo Kurdistanê pir girîng bû û ev serdana yekem a fermî ye ji hikûmeta nû ya Fransa re bo Kurdistanê. Hatina herdu wezîran tê wateya piştgîrî û

pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Fransa ji aliyê leşkerî û dîplomatîk ve bo Herêma Kurdistanê.” Herdu wezîrên Fransa di civîna xwe de ligel Serok Barzanî de ragihandin ku welatê wan dê berdewam be li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê.

Elî Dolemerî derbarê wê yekê de dibêje: “Herwiha hatina wan wezîran nîşana piştevanî û alîkariya Hikûmeta Fransa ye ji bo Kurdistanê, ku Fransa berdewam dostekî nêzîk ê gelê Kurdistanê bûye û niha û di paşerojî de jî dê dostekî nêzîk be.” Dolemerî wiha domand: “Hewlêr bûye lîstkvanekî sereke li navçeyê û ti guhertinek li Rojhilata Navîn bi bê Kurdan nayê kirin, nexasin jî rola mezin a Serok Barzanî.”

Psporê pêwendiyên navdewletî Dr. Mûsa Keval jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina herdu wezîrên Fransa bo Kurdistanê nîşana piştgiriya Fransa ye ji bo Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerî û dîplomatîk ve. Herwiha ew serdan bo bersiva gefên ku eger di siberojê de li dijî Kurdistanê bên kirin, ku ev yek nîşan dide ku Ewropa û Amerîka ji aliyê dîplomatîk û leşkerî Kurdistanê bi tenê nahêlin.”

Keval wiha got: “Ez piştrast im ku herdu wezîrên Fransî peyama welatê xwe li hemberî referandum û serxwebûna Kurdistanê ji aliyê Serokê Fransa anîne û tê de dibêje nameyeke dilxweşker û piştevanî dane Serok Barzanî.”